Ahmet Aydın
26 Tebax 2017•Rojanekirin: 27 Tebax 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di çarçoveya çalakiya ku Platforma Nifşê Quranê li darxist de bi sedan zarokên ku hînî nimêjê bûn, li navçeya Sûrê girseyek çêkirin û bi xwendina selewatan meşiyan.

Zarokên ku digel endamên Platformê li Mizgefta Hezretî Silêman ya li navçeya Sûrê civiyan, li wêderê piştî nimêja nîvro due kirin. Pişt re jî zarok heta Mizgefta Mezin ku weke Herema 5emîn a misilmanan tê navdan meşiyan. Dema meşê de selawat hatin dan û diruşma "Jiyan bi nimêjê xweş e" xwendin.
Piştî ku zarokan li Mizgeftê Qurana Pîroz û Esma-ul Husna xwendin, nimêj kirin û due kirin.

Kordînatorê Diyarbekirê yê Platforma Nifşê Quranê Hayrî Başegmez daxuyaniyek da û anî ziman ku çalakiya ku par bi serenava "Nimêj Ronahiya Çavê min" dest pê kiribûn îsal ya duyema wê li dar xistine.