27 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2015
DIYARBAKIR
Li Kayapinara navçeya Diyarbekirê di operasyona ku li dijî DAEŞa rêxistina terorê hat kirin da 2 polês ji ber ku terorîstek bombeya li ser xwe teqand, cangorî bûn. 7 endamên rêxistina terorê hatin kuştin û 15 endamên Rêxistinê jî birîndar bûn
Çek û cebilxaneya ku di operasyonê da hatin qefaltin, li Salona Sporê ya Kadîr Işin a Midûriyeta Ewlehiyê nîşanî rojnamevanan dan.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Ewlehiyê di çarçoveya xebatên îstixbaratê û ji bo eşkerekirina xebat û çalakiyên DAEŞa rêxistina terorê, do di saet 03.20an da operasyon birin ser 17 navnîşanî.
Di dema ku operasyonê birin ser malekê 2 polês ji ber ku terorîstek bombeya li ser xwe teqand, cangorî bûn û 5 polês jî birîndar bûn.
Di operasyonê da di mala rêxistinê da 7 endamên rêxistina terorê hatin kuştin û 15 endamên Rêxistinê jî birîndar bûn.
Di mala ku çalakiyê xwekujiyê hat qefaltin da gelek TNT (Trinitrotoluen) û RDX (siklotrimetilen-trinitramin) (C4, A4) hat dîtin.
Di çarçoveya operasyonê da 2 keleş, 8 demançe, qirmeyek, 17 funye, 3 funyeyên teqandî, 200 kîlogram amonyon nîtrat, 4 bombeyên destan, 128 funyeyên ku jê ra dibêjin serê kibrîtê, 3 qabên bombeya destan, 95 mêtro teqemenî, êlegê êrîşê û gelek melzeme û amûrên rêxistinê hatin qefaltin.