Muhammet Kurşun
25 Hezîran 2017•Rojanekirin: 27 Hezîran 2017
ADANA
Waliyê Edeneyê Mehmûd Demirtaş ragihand ku 4 kesên ku yek ji wan jin ketin çala pîsîtiyê (foseptîk) mirin.

Demirtaş daxuyanî da peyamnerê AAyê û got li Zozana Meydana Edeneyê jinek ket çala pîsîtiyê.

Demirtaş diyar kir ku 3 kesên din ji bo xelaskirina wê jinikê hewl dane, lê ew jî ketine navê û her 4 jî mirine.
Herwiha anî ziman ku lêkolînên li ser bûyerê didomin.