27 Tebax 2017•Rojanekirin: 28 Tebax 2017
ADANA
Li Edeneya ku bi kebabên xwe va navdar e beriya Eyda Qurbanê kêr, şîş û menqel hatin amadekirin.
Esnafên li Bazara Kazanciyan a navdar beriya eydê amadehiyên xwe temam kirin û di dikanên xwe de dest bi firotina kêr, sator, bivir, şîşên kebaban, setên izgarayê, û menqelan kirin.
Bihayê kêrên ku ji bo serjêkirina qurbanan tên xebitandin di navbera 3 û 30 lîreyan de diguhere, sator di navbera 20 û 80 lîreyan de û çenqelên ku goşt lê tên dardakirin jî bi 5 lîreyan tên firotin.
Kêrfiroş Memduh Bayirliyê 68 salî got wî ji 5 saliya xwe pê va dest bi tûjkirina kêran kiriye û herdu kurên wî jî alîkariya wî dikin.
Bayirli got berê çend kesan melzemeyên serjêkirina qurbanê difrotin û ev melzeme seqa dikirin lê êdî li marketên mezin jî ew tên firotin.
Bayirli bal kişande demên berê û wiha axivî: "Berê ji bo ku şîş, menqel û kêran bistînin mirov diketin rêzê, lê niha ne wisa ye. Dîsa jî em nanê xwe derdixin. Zêdetir kesên ku kêr an jî satorên xwe dixwazin tûj bikin tên li cem me."