26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2016
ELAZIG
Li Elazixê masiyeke ku 82 kîlo giran û 2 mêtre dirêj e, hat dîtin. Di teşhîrê da mirovan eleqeyeke mezin nîşanî masiyê da.
Masî bi destê masîgirê ku li ser Gola Bendavê ya Kebanê masiyan digrin va hat girtin û li Sûka Masîgiran ya li Elazixê tê firotin. Welatiyan bi masiyê ra wêne kişandin.
Masîgir Mehmet Bakirciyê ku masiya weka dêwan ji bo firotinê danî ser dezge, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ev masiya tûrnayê li Gola Bendavê ya Kebanê hat girtin. Masî 2 mêtre dirêj e, 82 kîlo giran e. Me heftê ya borî jî yeka 60 kîloyî girtibû, me vê heftê jî eva 82 kîloyî girt."
Bakirci got ku ew ê demekê ji bo dîtnayiyê bihêlin û paşê kîloya wî bi 25 lîreyî da bifroşin.