İbrahim Atmaca
02 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2020
Li Elcewaza navçeya Bidlîsê di lehiya ku rabû da 10 mih xeniqîn û hin rê xera bûn.
Ji şêniyên gundê Akyaziyê Sedrettîn Altay daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku barana gur 20 deqîqeyan barî û piştra lehî rabû, 10 mih di lehiyê da xeniqîn.
Altay diyar kir ku ew jî di lehiyê da diçû û gundiyan ew xelas kir û wiha dewam kir, "Li gundê me rê, malên me di nav heriya ku lehiyê anî da man. Serê sibê ji Qaymeqatiya Elcewazê ekîb hewara me hatin. Xwedê ji dewleta me razî be. Înşeallah wê pirsgirêka me di demeke kin da çareser bikin."
Endamê Meclisa Ak Partiyê yê Elcewazê Nevzat Karahan diyar kir ku piştî barana ku pêr barî, li gundên Akyazi, Gumuşdoven û Pêşnekomirê lehî rabû.
Karahan daxuyand ku ekîb heta sibê li herêmê xebitîn û wiha dewam kir, "Ji bo vekirina rêyên ku hatin girtin, ekîb pir xebitîn. Ekîbên Îdareya Taybet, DSÎ, Midûriya Çandiniyê ya Navçeyê û AFADê xesat tesbît kirin. Em ê jî van xebatan bişopînin û mexdûrbûna welatiyên me çareser bikin."