İbrahim Atmaca
02 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2020
Hat ragihandin ku li 4 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê barana gur tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be.
Li derdora Erzirom, Qers û Erdexanê bi navber barana gur û tavî tê payîn, li gor texmînê derdora Erzincanê baran wê bibare.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be.
Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê 7, li Qersê 9, li Agiriyê 10, li Erziromê 12, li Erzincanê 15, li Îdirê 16 û li Tunceliyê 17 pile hat pîvan.
Nava rojê jî germa herî zêde ya tê payîn jî li Tunceliyê 34, li Erzincanê 31, li Îdirê 30, li Agiriyê 25, li Erzirom û Qersê 24 û li Erdexanê 23 pile ye.