İsmail Şen
12 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2022
Li Elezîzê çêkirina meşlûra ku ji tehmên herî xweş ên zivistanê yek e û di nav gel da bi navê "orcik" jî tê zanîn, dest pê kir.
Li herêma Xarpûtê heke şert û mercên hewayê baş be heta dawiya payîzê meşlûr tên çêkirin.
Ji bo çêkirina meşlûrê tiriyên curbecur ên li bajêr digihîjin, tên berhevkirin, bi pelçiqandinê ava wan tê derxistin, xweliya spî ya li Xarpûtê tevlî dikin û ev av di sîtilan da tê kelandin.

Telpa ser şîreyê bi kefgirê tê berhevkirin û di satileke din da ji nû va tê kelandin. Paşê ar tevlî dikin û ew dibe wek pilor û kakilên guzan ên li ser ta hatine rêzkirin li nav wê pilorê dixin û li ber tavê daldiqînin.
Meşlûra ku 4 sal berê awayek fermî hat tescîlkirin gelek tê xwarin û kesên çêdikin jî bi malbatî milê xwe dikin milê hev û meşlûr çêdikin.

Li gundê Erbîldiyê ji şêniyên gund Xidir Gecekuşuyê ku meşlûr çêdike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan ewilî ji bo amadehiya zivistanê meşlûr çêdikirin lê ji ber eleqeya zêde dest bi çêkirin û firotinê jî kirin.
Di salên dawîn da li navçeyê ji ber eleqeya zêde bo çêkirina meşlûran 12 îmalatxane hatine vekirin.
Gecekuşu ragihand ku kesên meşlûr distînin ji ber tehm û xweşiyê sala tê zêdetir distînin.
