Osman Bilgin
12 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2022
DIYARBEKIR (AA) - Di Festîvala Rêya Çandê ya Sûrê ya ku ji hêla Wezareta Çand û Turîzmê li Diyarbekirê tê lidarxistin da zarokan bi Karavana Lîstikê va kêf kirin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Diyarbekirê, di Festîvala Rêya Çandê ya Sûrê ya ku ji hêla Wezareta Çand û Turîzmê tê lidarxistin da ji bo zarokan çalakiyên cuda tên lidarxistin.
Di çarçoveya festîvalê da ji bo zarokan qada lîstikê hat çêkirin.

Li qadê ji xeynî palyaço, maskot û parkurên lîstkê yên ku bala zarokan kişandin, lîstikên cuda yên zarokan hatin leyîstin.
Zarokan bi Karavana Lîstikê va ji sibehê heya êvarê wextekî xweş derbas kirin û kêf kirin. Her wisa ji bo ku ji xwendina pirtûkan hez bikin, pirtûk li zarokan hatin belavkirin.
Serkan Tellî diyar kir, ew pir kêfxweş in ku festîval li Sûrê tê lidarxistin û wiha got, "Li her derê Sûrê çalakî tên kirin, balon tên firandin, çalakiyên ji bo zarokan tên kirin û bi rastî jî pêwîstiya me bi van hebû. Ez spasiya wan hemû kesan dikim ku keda wan di pêkanîna çalakiyan da heye."
Bayram Aydin Akpolatê ku zarokê xwe anî qada lîstikê jî wiha got, "Çalakiyeke xweş e, bi kêfxweşiya zarokê xwe em jî bextewar dibin, hêviya min ew e ku ev çalakî salên din jî werin lidarxistin."