İsmail Şen
12 Tebax 2022•Rojanekirin: 14 Tebax 2022
Li Elezîzê jin digel qêleqij û germahiyê hesûdanê berhev dikin.
Uzeyîr Yildizê zeviya xwe ya 140 donimî ya li gundê Beşîk a ser navendê ku hersal dikir genim îsal bi piştevaniya teknîkî ya Midûriyeta Bajêr a Çandinî û Daristanê û çarçoveya sepandinên çandinî da hesûdan danî.
Yildiz cara ewil e ku di zeviya xwe da hesûdan ajot û ji bo ku baş bê jî gubreya kurman li zeviyê reşand û niha ji her donimê 200 kîlo hesûdan rakir.

Yildiz di şûna makîneya berhevkirinê da bi armanca malbatên ji wan ra pere lazim dikin ra karê xwe didomîne.
20 jinên ji herêmê di nav zeviyê da ku germahiya hewayê 40 pile ye da hesûdanê berhev dikin û bi pereyê qezenc dikin va jî hewcedariyên malên xwe temîn dikin.
Yildiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew 15 sal e bi cotkariyê ra eleqedar e û di 3 salên dawîn da jî nebatên dahat jê zêde ye diajo û di encama lêkolînên kir da dît ku hesûdan gelek bi bereket e û îsal jî ew ajot û wiha domand: "Min gubreya kurman lê reşand û îsal dahateke xweş jê hat gorî texmînê bi qasî 28 ton hesûdan derdikeve."

Ji xebatkaran Semra Aydinê jî got ku ew ji gundê Aricaka qasî 130 kîlometre dûrî ciyê niha lê ye hatiye û wiha dewam kir: "Berhevkirina hesûdanê zehmet e û ji xwe hewa jî pir germ e. Heke cotkarî nebe em nikarin debara xwe bikin. Ji ber vê jî em dixwazin bila kar û xebatên cotkariyê zêdetir bibin."
Nurcan Demir û Mukaddes Akarbulutê jî gotin ku xebata dikin zor e lê ew bi keda xwe nanê xwe qezenc dikin û ji ber vê jî kêfxweş û serbilind in.
