DIYARBAKIR
Ji ber ku rêxistina terorê PKKê di rojên dawîn de li hember sivîlan jî êrîş kirin, li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê welatî derketin kuçe û kolanan bertek nîşanî PKKê dan.
Rojên çûyî li Sûra navçeya Diyarbekirê di êrîşa endamên rêxistina terorê PKKê de ji heman malbatê 5 kes, di êrîşa heman rojê ya li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê de Asli Aydemîr (13) û bavê wê, di êrîşa li Diyarbekirê ya ku Îstasyona Kontrolkirina Herêmê ya Polêsê Şehîd Mehmet Uçar de jî polês Ahmet Gulbahar (34) û kurê wî Huseyîn Utku Gulbahar (5) şehîd ketibûn. Welatî ji bo ku bertek nîşanî van êrîşan bidin derketin qadan.
- Yên ku alayên tirkan hildan derketin qadan
Li Sêrtê nobedariya aramiyê di 19ê tebaxê de dest pê kir û 3 rojan dewam kir. Welatiyên ku alayên tirkan hildan destên xwe derketin qadan û dirûşmeyên wek "şehîd namirin, welat perçe nabe", "serê xwe netewîne ev gel bi te re ye", "Sêrt li vir e, PKK li ku ye?" berz kirin, betek nîşanî terorê dan.
Li Elezîzê jî piştî nimêja înê gel li hev civiya, bi alayên tirkan ve derketin qadan.
Walîtî û Şaredariya Elezîzê bernameyek li dar xist. Welatî li Qada Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê li hev civiya û heta Qada Ahmet Aytar meşiya.
Li Wanê nûner û serokên saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî bertek nîşanî êrîşên terorê yên li Elezîz, Wan û Bedlîsê dan û PKK şermezar kirin. Welatî û nûner û serokên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl li Parka Kurtuluşê civiyan û li kolana Maraşê meşiyan û heta ber Qereqola Polêsan a Îkînîsanê hatin.
Li Batmanê jî welatî, hin partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl meşiyan û bertek nîşanî rêxistinê terorê da.
Berdevkê Platforma Çareserî û Muzakereyê Alaattîn Parlak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku welatî bertekê nîşanî êrîşên bombeyî yên dawîn didin.
Parlak diyar kir ku meş û mitîngên li herêmê li ser daxwaza gel tên çêkirin û got ku ev meş û mitîng ji bo herêmê dîrokî ne.
Parlak diyar kir ku wê di pêşerojê da bertekên li dijî çalakiyên PKKyê li herêmê zêde bibe û wiha got: "Rêxistin bi salan e îdia dike ku ji ber meseleya kurdan û ji bo pirsgirên kurdan heye. Bi xendek û polîtîkayên xwe yên dawîn nîşan da ku bi kurdan ra têkildar nîne. Gel jî vê dibîne û ji bo bertek nîşan bide derdikeve qadan."
Parlak destnîşan kir ku li herêmê piştî nobedariya îradeya neteweyî û êrîşên bombeyî di meş û mitîngan da bikaranîna alayên tirk nêrîna wan a yekîtiya welêt û li dewletê xwedîderketinê îşaret dike û ev yek jî rêxistinê zêdetir aciz dike û ew jî êrîşên xwe zêde dikin.
Parlak got ku îradeya gelê herêmê wê li hemberî çalakiyên tundiyê be.
- Gelê herêmê ji ber êrîşan zef hêrs bû
Serokê Şaxa Batmanê ya Cemiyeta Îlim Yayma û Alîkarê Dekanê Fakulteya Îlmên Îslamî ya Zanîngeha Batmanê Alîkar Doç. Dr. Davut Okçu jî êrîşên li Diyarbekir, Mêrdîn û Elazigê hatin lidarxistin û bûn sedema mirina gelek kesan bi bîr xist û ragihand ku gel ji ber wan êrîşan pir bi hêrs e û wiha dewam kir: "Li Batmanê di mitînga bi dirûşmeya 'Lenet li terorê, bangewaziya biratiyê' hat lidarxistin da bi deh hezaran welatî beşdar bûn û dowîzên di destê wan da gelek tişt dianîn bîra mirov. Di meş û mitîngên li herêma me da PKK, DAEŞ, HDP û ew hêzên piştgirê wan in û serfiraziya wan dixwazin hatin telînkirin. Em êvî dikin ku rayedar ji meş û mitîngên li dijî PKK û DAEŞê hatin lidarxistin ya para wan dikeve fehm bikin."
- Bertek divê zêdetir bin û dewam bikin
Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember ê Batmanê Mehmet Beşîr Şîmşek jî diyar kir PKKya ku divê li ser navê gel tevdigere jî berteka gel a ku derketin kûçe û kolanan nîşan dan, ders hilda.
Şîmşek got ku divê bertek zêdetir bin û bidomin, divê girseyên mezintir mitîngên bi vî rengî û meş çêbibin û wiha dewam kir:
"Ev gel heke vê bike, belkî PKK wê demê bisekine. PKK ji ber mirina millet nakeve fikarê, nakeve heyrê ku jin û zarok perçe dibin. Lê gel kêngê ku dengê xwe bike yek, mil bide hev derbikeve sikakan û li hemberî van bombeyan bisekine, belkî wê demê PKK bisekine."
Şîmşek diyar kir, gel hêdî hêdî şiyar bû, cesaret pê ra çêbû û êdî wê piştgiriyê nedin PKKê. Şîmşek destnîşan kir ku divê dewlet jî zulmên berê hatine kirin û kesên ku PKK niha wan mexdûr dike bide ber çav û hesabê zulman bipirse.
Şîmşek destnîşan kir, êdî tiştekî ku welatî ji destê wan biçe nemaye, êdî li hember terorê nema îdare tê kirin, gel fêm kiriye ku bêdengî ne çare ye çare ew e ku her kes bi hev ra ji zulmê ra bibêje "bisekine."
Şîmşek got ku gel mil dide hev û dertê kuçeyan, gelê ku her tiştê wî ji desta çûbe, ji tiştekî natirse û wiha dewam kir: "Gel piştî hewla derbê fêm kir ku hêza herî mezin gel e. Li wê derê wî gelî mil da hev û li ber tankan û balafiran sekinîn û ew têk birin. Gel ev fêm kir. Gel ew cesaret hilda."
- Divê bertek li her derê Tirkiyê bela bibin
Nûnerê Bajêr yê Sêrtê yê Cîhannûmayê Fatîh Sevgîlî got ku gelê herêmê bi salan e di dilê xwe da dibêje "PKK qehr be", gel piştî 15ê tîrmehê bi xwe bawer bû lenet li terorê anî û li meydanan ev anî ziman.
Sevgîlî diyar kir, kîna ku ev bi salan e di dilê gel da çêbûye, li meydana êdî nayê veşartin û PKK dibe sedema kuştina mirovên sivîl û xerabûna bajaran.
Sevgili bal kişand ku divê meş, mitîng û nobed bidomin û wiha pê da çû, "Li hemberî terora PKKyê vê nobedê li Sêrtê dest pê kir. Bi rastî jî gelê Sêrtê karekî pir serkeftî kir û divê ev bê dewamkirin. Divêtin ber bi bajêr û herêmên din, ber bi hemû Tirkiyê belav be. Dewlet û milet çawa bertek nîşanî FETO da, bi heman şêweyî divê bertekê nîşanî rêxistina terorê PKKyê û rêxistina terorê DAEŞê bide."
- "Berxwedana gel a dijî terorê pir girîng e"
Nûnerê Elazigê yê Memûr-Senê Îbrahîm Bahşî got ku piştî 15ê Tîrmehê xelk xwedî li welat û alaya xwe derket.
Bahşî destnîşan kir ku kana rêxistinên terorê eynî ne û wiha got, "Piştî êrîşa dijî Midûriyeta Ewlehiya Elazigê bi beşdariya deh hezaran kesî va meş û mitîng hat lidarxistin. Xelkê me yê ku rahêşte alaya xwe bêyî cudahiya elewî, sunî, kurmanc, tirk, zaza û bêyî cudahiya tu partiyî hatin cem hev. Me li vir anî ziman ku em li dijî her cure terorê ne û em lanetê lê dikim. Digel vê, me dît ku li Sêrt, Batman û bajarên me yên din bi hezaran însan mitîngan li dar dixin û terorê lanet dikin. Têkoşîna dijî terorê bona ku ser bikeve divê xelk hemû were xîretê û beşdar be."
Bahşî herî dawî destnîşan kir ku ewê wekî Memûr-Senê di 25ê tebaxê da li Wanê bi beşdariya gelek rêxistinên civaka sivîl va mitîngekê li dar bixin.
news_share_descriptionsubscription_contact


