Suat Öztürk,İsmail Şen
01 Nîsan 2023•Rojanekirin: 01 Nîsan 2023
Li Elezîzê kesekî 5 kesên ji malbata xwe bi çekê kuştin û paşê xwe kuşt.
Li Kolana Umranê ya Taxa Salibabayê li ser îxbara ji malekî bêhna xaza siruştî tê çûn cihê bûyerê û li mala qata duyemîn a avahiya 3 qatî cesedê 6 kesên ku bi çekê hatine kuştin dît.
Di lêkolîna ewil da hat tesbîtkirin ku mamoste Huseyîn Firat bavê xwe Cumalî, diya xwe Zeynep, birayên xwe Yusuf û Mesut û xwîşka xwe Remziye bi çekê kuştiye.
Derket holê ku Huseyîn Firat paşê vaneya xaza siruştî ya li malê vekiriye û xwe bi çekê kuştiye.
Lêpirsîna der barê bûyerê da dewam dike.