16 Sibat 2017•Rojanekirin: 18 Sibat 2017
CAKARTA
Xelkê Endonezyayê finda guhan ku di bijişkiya alternatîf da wisa tê bawerkirin qirêja guhan paqij dike, bi awayekî berbelav diemilîne.
Li tevahiya welat salonên bedewiyê, salonên masajê û hin navendên tenduristiyê xizmeta finda guhê didin mişteriyên xwe yên ku dixwazin qirêla guhê xwe paqij bikin.
Agir berdidin finda guh yên ku mîna kulahan in û herwiha ji ber zirav û dirêjiya xwe jî dişibin findan û bi wî awayî dixin hundirê guhê mirovan. Find heya noqteya diyarkirî dişewite û di heman demê da derûdora guh jî masaj dikin.
Tê bawerkirin finda ku agir pê dikeve, mîna vakûmê qirêja di hundirê guhan da derdixe.
Ayû Maryam ku li paytext Cakartayê li saloneke bedewiyê xizmeta finda guhan dide, diyar kir ku mişteriyên wê bi pirî carî bi findê guhên xwe didin paqijkirin.
Maryamê destnîşan kir ku finda guhan hem guhê mirov paqij dike û hem jî mirov rehet dike.
Heba finda guhan li dermanxaneyan qedera nîv dolarî tê firotan, li salonên bedewî û masajê jî ev xizmet bi 5 dolaran tê dayîn.
Doktor jî destnîşan dikin ku bi awayekî bijişkî tu taybetiyeke finda guhan nehatiye îsbatkirin û herwiha mirovan hişyar dikin ku heger bi finda guhan paqijkirina guhan bi destê kesên profesyonel nebe, dibe ku zirarê bide mirovan.