16 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
ANKARA
Wênesazê îranî Reza Hemmatîrad li Enqereyê bi navê "Qehremanên 15ê Tîrmehê yên li Girê Okçularê" pêşangehe wêneyan vekir.
Pêşengeha Hemmatîrad bi piştgiriya şaredariyên Keçîoren û Pendîkê li Navenda Spor û Çandê ya Mewlanayê ya Şaredariya Keçîorenê hat vekirin.
Parlamenterê Enqereyê yê AK Partiyê Emrullah Îşler jî çû pêşangehê û li wir wiha axivî: "Xwedê car din 15ê Tîrmehê nîşanî vî gelî nede. 15ê Tîrmehê di heman demê de mînakeke başe ku gele tirk nîşanî hemû dinyayê da ku ew çawa xwedî li demokrasiyê û îradeya neteweyî derdikevin."

Şaredarê Keçîorenê Mustafa Ak jî behsa rihê têkoşîna 15ê Tîrmehê kir û wiha got: "Her şehîdekî me xwedî çîrokekê ye, hûn dikarin van çîrokan di van berheman de bibînin."
Wênesaz Hemmatîrad jî got ku ew ji ber vê pêşangehê kêfxweş e û wiha axivî: "Xwedê car din rojeke wek 15ê Tîrmehê û şeveke wek wê nîşanî me nede. Ez spasiya Birêz Bîlal Erdogan ên ku ji 17ê tîrmehê pê va em bi hev re dixebitin, dikim. Ew avakerê vê projeya me ye û piştgiriyeke mezin da me. Şaredariya me ya Keçîorenê li Tirkiyeyê di 15ê Tîrmehê de herêmeke ku gelek şehîd û xazî çêbûne ye. Min dixwest ku em di pêşengehê de behsa çîrokên hemû şehîdên me bikim, lê mixabin me ancax behsa 65 şehîdan kir. Lê di 15ê Tîrmehê de 65 na bi sedan çîrok qewimîn."
Pêşengah li FTZ AVMyê wê hefeteyê vekirî bimîne.