Buğrahan Ayhan
26 Mijdar 2023•Rojanekirin: 27 Mijdar 2023
Li Enqereyê ba, bahoz û baranê tesîreke nebaş li ser jiyanê kir.
Li navçeyên Çankaya, Sîncan, Yenîmahalle û Etîmesgutê ji ber ba û bahozê dar welgeriyan.
Li Taxa Ayranciyê ji ber bayê xurt darek li ser wesayîtekê da ket.
Li tevahiya bajêr gelek dar welgeriyan ku ekîbên şaredariyê dar birîn û ji holê rakirin.
Li Elvankentê jî perçeyek hesinê avahiyekî ji cihê xwe pekiya û li ser wesayîtekê da ket.
Xeta teleferîkê ya di navbera Yenîmahalle û Şentepeyê jî ji ber ba û baranê serê sibê nexebitî.