Gökçe Karaköse Hatipoğlu
26 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2026
Di daxuyaniya Walîtiyê da wiha hat gotin, "Li gor nirxandina Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê, li bajarê me îşev barana gur tê payîn. Ji serê sibehê pê va jî li aliyê bakur ê bajêr, li Arnavutkoy, Sariyer, Beykoz, Eyup û Şîleyê baraneke pir gur tê payîn. Li gor texmînê tesîra baranê wê ber bi êvarê kêm bibe. Ji aliyê bakur va jî bager û bahoz wê rabe, germa hewayê jî wê li gorî demsalê di navbera 3 û 5 pileyan da kêm bibe. Em ji welatiyan rica dikin ku ji bo lehî û bahozê baldar bin û di çûyîn û hatinê da bi tevdîr bin."