Günay Nuh
19 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2024
ARDAHAN (AA) - Li Erdexanê ji ber berfa zêde û pûkê dibistanên seretayî û navîn ji bo sibê hatin tetîlkirin.
Walî Hayrettîn Çîçek di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî da da zanîn ku li bajêr ji ber berfa gur û pûkû hatin û çûyîn ketiye tengasiyê.
Çîçek di parvekirina xwe da got ku "Ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş li tevahiya Erdexanê roja pêncşemê dibistan ji bo rojekî hatin tetîlkirin."