Önder Beyter
29 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2020
Li Erdexanê mamosteyan bi tirpan û tirmixan van gihayê biyanî yê di hewşa dibistanê da dirût.
Mamoste û rêveberên Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Şehît Turkmen Tekîn ji bo ku hewşa dibistanê ji gihayê biyanî safî bikin, xebat pêk anîn.
Mamoste û rêveberan bi tirpan û tirmixan va giha dirût.
Midûrê Dibistanê Osman Erdem ji rojamegeran ra got ku wan berî Eyda Qurbanê hewşa dibistanê paqij kir.
Erdem diyar kir ku wan bi tirpanê gihayê hewşê dirût û wiha dewam kir:
"Em bi stranên 'Dibistan hêlana me ye, bijî dibistana me' mezin bûn. Ev der ciyê karê me ye. Digel ku betlaneya havînê ye, lê hin mamosteyên me em tenê nehîştin. Em nexasim sipasiya wan dikin."