Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Günay Nuh,Yusuf Ayas
23 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2024
Li Erdexanê sir û serma çêbû, li Qersê jî berf ket û mij çêbû.
Li Qersê duh berfê dayê û bi navber dewam kir, der û dor spîçîl bû.
Li bajêr mijeke zêde jî ket erdê û di çûyîn û hatinê da tengasî çêbû.
Li navçeya Sarîqamişê jî piştî ketina berfê sir û serma çêbû û mij ket erdê.
Bişev berfê dayê û navçe spîçîl kir. Daristana çamê, nebat û rê di binê berfê da man. Serê sibehê jî mij ket erdê û mesafeya dîtinê heta 20 mêtreyî kêm bû.
- Erdexan
Li Erdexanê jî serma çêbû.
Li navçeya Goleyê bişev germa hewayê 20 pile di binê sifirê da hat pîvan, li navenda bajêr jî 16 pile di binê sifirê da hat pîvan.
Li tevahiya bajêr di sir û seqemê da cemed çêbû, camên xanî û kargehan qeşa kişandin, dar û beran qiravî girt.