Zafer Fatih Beyaz
22 Îlon 2026•Rojanekirin: 22 Îlon 2026
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi Prensê Welîehd ê Kuweytê Şêx Sebah Xalid el-Hamid es-Sebah ra hevdîtin pê anî.
Serokomar Erdoganê ku ji bo 81emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ye, li Mala Tirkan (Turkevi) hevdîtinên xwe didomîne.
Serokomar Erdogan bi Prensê Welîehd ê Kuweytê Şêx Sebah Xalid el-Hamid es-Sebah ra hevdîtin kir.
Di hevdîtinê da ya ku ji çapemeniyê ra girtî hat kirin, Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar û Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Îsmaîl Ozdemîr jî amade bûn.