Osman Bilgin
05 Nîsan 2024•Rojanekirin: 13 Nîsan 2024
Li Erxeniya navçeya Diyabekirê tebîet bi kulîlk û guldexwînên nûbişkivî xemilî.
Li Çiyayê Meqamê ku hezar û 515 mêtro bilind e li texma Tirbeya Zilkîf Pêxember kulîlkên meqamê û li Çiyayê Saqizê ku hezar û 200 mêtro bilind e guldexwînan tebîet xemiland.
Wek mayîn Qaymeqamtiya Erxeniyê ji bo parastina kulîlkên endemîk xebatan dimeşîne ku kesên van kulîlkan jêkin di navbera 387 hezar û 141 lire û milyonek û 936 hezar lireyî da tên cezakirin.