Kemal Özdemir
05 Nîsan 2024•Rojanekirin: 06 Nîsan 2024
Li Erzincanê otomobîlek gindirî şerempolê û di encamê da 3 jê zarok, 7 kes birîndar bûn.
Otomobîla bi plaqeya 65 AAY 360 ku M.Z (59) diajot, li ser rêbeja Erzincan-Sêwasê, nêzîkî gundê Kalkanciyê gindirî şerempolê.
Kesên ku qeza dîtin xeber dan Navenda Hawarê ya 112ê û alîkarî xwestin.
Ekîbên ku hatin cihê qezayê A.Z. (35), M.Z. (27), S.Z. (59), U.G.Z (9), B.Z. (7) û Î.Zyê (1) yên birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê Mengucek Gaziya Zanîngeha Bînalî Yildirim a li Erzincanê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran ne metirsîdar e.