Barış Yalçınkaya
27 Îlon 2022•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2022
Li Erzincanê avêtina penêrê eyar ya ku hatiye tescîlkirin dest pê kir.
Di meha nîsan û gulanê da koçer diçin zozanên bilindahiya wan 1300-3000 mêtro ye û heywanên xwe diçêrînin.
Şîrê miyên qerqaş û bizinan bi bikaranîna xoya Kemahê û haveynê penêr ê siruştî (şîlafê) va dibe penêr.
Koçer penêr dixin hundirê eyaran, bîdonên plastîk û ambalajên bivaqum 3 mehan di depoyan da dihêlin ku ew bibe pênêrekî baş û paşê dixwin û difroşin.

- "Me heyameke baş derbas kir"
Midûrê Bajêr yê Çandinî û Daristanan Murat Şahîn ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li gor par hejmara mî û bizinan ji sedî 10 zêde bûye û wiha axivî: "Qasî 8-9 ton hîlberîna penêrê me heye û ew li herêmên cuda ên welatê me li ser sifreya welatiyên me cih digire. Em dixwazin bibêjin ku penêrê eyar yê Erzincanê xwedî îşareta erdnigariyê ye. Me heyameke baş derbas kir, di heyama zozanan da jî em spasiya hilberînerên xwe dikin."

Şahîn got ew 3 mehan bendê dimînin ku penêr baş bigre û hindik ma ku ev penêr êdî bigihêje ber dest welatiyan.
Şahîn hişyarî da welatiyan û got bila ew cihên ku baweriya wan pê heye penêrê xwe bistînin.
Koçer Sefer Durmuşê 61 salî jî wiha got: "Me heywanên xwe çêrand. Me ji şîrê wan penêr avêt. Îsal şîr û penêrê me zêde ye. Em ê hêdî hêdî ber bi memleket, ber bi navçeya Îlîçê va herin."