Kemal Özdemir
23 Hezîran 2026•Rojanekirin: 23 Hezîran 2026
Li Erzincanê di malekê da şewat derket, mamosteyekî 72 salî yê teqawîdbûyî mir.
Li Taxa Ulalarê di mala Sabrî Turan D. da ji ber sedemeke hê nediyar e şewat derket.
Li ser cawdayînê gelek ekîbên agurkuj, polês û tenduristiya bilez çûn cihê bûyerê.
Qasî xebateke saetekê ekîbên agurkujê şewat vemirandin, lê hat tesbîtkirin ku Sabrî Turan D. di şewatê da miriye.
Di şewatê da mala misteqîl bi tevahî wêran bû.
Piştî lêkolîna dozgeriyê, cinaze rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Erzîncan Bînalî Yildirimê.