Kemal Özdemir
17 Gulan 2023•Rojanekirin: 18 Gulan 2023
Zilamê Îranî yê li Erzinganê şivantî dikir, di erqa avê ya HESê da mirî hat dîtin.
T.Gyê şêniyê gundê Gunbagiya li ser navendê, ji ber ku ji Behrî Hecîpûrxalkalûyê ku diçû ber pezê wî deng û seh hilneda, agahî da ekîban.
Ekîbên cendirme û AFADê yên çûn herêmê, di erqa avê ya HESê da ya ku şivan herî dawî li wir hatibû dîtin, xebata lêgerînê da destpêkirin.
Ekîban qedera 2 saetan li deverê lêgerîn pêk anîn û cesedê Hecîpûrxalkalû ji cihê wenda bûbû bi qasî 1,5 kîlometreyî di wê da li ber caxên erqê dît.
Cesedê ji erqê hat derxistin, rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Xazî ya Zanîngeha Binali Yildirimê.