Türkan Tosun,İbrahim Atmaca
17 Gulan 2023•Rojanekirin: 24 Gulan 2023
Herêma Êzdînanê ya li Çataxa navçeya Wanê ya ku siruşta wê gelekî xweş e ji ber bûyerên terorê 29 sal berê hatibû valakirin ku ev der niha ji ber eleqeya gerokan dîsa geş bû.
Kluba Werzişê ya Siruştê ya Newalê ji bo nasandina herêma Êzdînanê xebatên xwe didomîne.
Klubê ji bo Taxa Konalgayê ya ku di 1993yan da ji ber bûyerên terorê hatibû valakirin çalakiyeke meşê û kampavakirinê li dar xist.
Komeke ji 46 kesan pêk tê li Taxa Konalgayê 2 roj derbas kir, gerok li siruştê geriyan û bêhna xwe dan.
Serokê Kluba Werzişê ya Siruştê ya Newalê Omer Demez got dawiya hefteyê bi komên ku ji 50-60 kesî pêk tên li Wanê digerin.
Demez anî ziman vê hefteyê jî ew çûne 12 gundên li navçeya Çataxê û wan li wir kamp ava kiriye.
- "Divê ev herêma newaze bi turîzmê bidin qezenckirin"
Demez wiha got, "Em vê hefteyê çalakiya xwe li herêma Ezdînanê ya li ser navçeya Çataxê dikin. Em li taxên vê derê yên gundewar geriyan ku di sala 1993yan da hatine terikandin. Em rojekê pêş da êvarê hatin herêma Ezdînanê ku lê kamp bikin. Taxên vê derê ji ber terorê di sala 1993yan da hatiye valakirin. Li vê herêmê 12 tax û mezreyên ser van taxan hene. Hemû gund ji malên yek qatî yên ji kevir pêk tên. Siruşta vê derê newaze ye. Divê seba turîzmê were qezenckirin."
Hidir Erdîşê ku beşdarî kamp û meşa siruştê bû jî diyar kir ku ew bû heyranê xweşikahiyên siruştî yên herêmê û wiha dewam kir, "Me du rojan li herêma Ezdînanê kamp kir û em di nava siruştê da meşiyan. Pir xweş derbas bû. Gozergaha me jî pir xweş bû. Em hatin gundên terikandî. Siruşt û dîmena wê gelekî xweş e. Li gundan malên ku zûda ji keviran hatine çêkirin û siruşta gundan meriv dike hejmetkarê xwe. Hêja ye ku meriv were li vê derê bigere û bibîne."