Muhammet Mutaf,Günay Nuh,Abdullah Söylemez,Cüneyt Çelik
28 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2022
Li Erzirom, Erdexan, Agirî û Qersê sir û seqem tengasiyê dide kişandin.
Li Erziromê bişev germa hewayê di binê sifirê da 9 pile hat pîvan, piştî barîna berfê sir û seqem çêdibe.
Li bajêr şadirwanên hin mizgeftan, kaniyên wan qerimîn, li ser peyarêyan cemed çêbû û li parq û baxçeyan qiravî çêbû.
Qalindahiya berfê li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê 21, li Navenda Xweşiqitandinê ya Konakliyê jî 5 santêm hat pîvan.
- Erdexan, Agirî
Li Erdexanê jî sir û seqem tengasiyê dide kişandin.
Di sir û sermayê da mij çêbû, dar û beran qiravî girt.
Ji ber sir û seqemê di rê û peyarêyan da cemed çêbû.
Li Agiriyê jî rûyê çem û robaran di sermayê da qerimîn.
- Qers
Li Qersê jî piraniya Çemê Qersê qerimî, ji ber sir û sermayê ser dar û beran qiravî çêbû.
Di rêyan da cemed çêbû, li der û dora kaniyan şembelîlk çêbûn.
Li Sarîqamişê ji ber sir û seqemê ser dar û beran qiravî çêbû, hin cihên avî qerimîn.