Günay Nuh,Abdullah Söylemez,Sagip Sezginer,Yasin Çavdar,Yusuf Ayas
20 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2025
Li Erzirom, Erdexan, Îdir û Agiriyê bişev berf ket û piştî ketina berfê sir û serma çêbû.
Li Erziromê bişev berf ket û der û dor spî kir. Piraniya vê berfa ketî ber bi sibehê va veheliya.
Germa hewayê bişev 5 pile di binê sifirê da hat pîvan û hewa sar e.
Bi baniyan va şembelîlk daliqiyan, kanî û şadirwanên bajêr qerimîn, di rêyan da jî cemed çêbû.
- Erdexan, Agirî, Îdir
Li Erdexan, Agirî û Îdirê jî bişev berf ket û serê sibehê serma çêbû.
Rê û peyarêyên van bajaran jî cemed girtin, welatî ji bo ku ji sermayê biparêzin, betanî û brande avêtin ser wesayîtên xwe.
Ji ber cemeda ku di rêyên Îdir-Nehciwan, Îdir-Qers û Îdir-Agiriyê da çêbû, wesayît bi kontrolî diçin û tên.
Li Erzirom, Îdir û Erdexanê berf û bagerê rêya 153 cî û waran girt
Li Erzirom, Îdir û Erdexanê piştî ketina berfê û rabûna bagerê rêya 153 niştewaran hat girtin.
Li Erziromê berf û bagerê rêyên 83 taxên gundewar girtin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Li Erdexanê rêya 68 gundan, li Îdirê jî rêya 2 gundan ji ber berf û bagerê girtî ne.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr di rêyên gundan da xebat dan destpêkirin.