İlhami Erkılıç,Yusuf Ayas,Günay Nuh,Abdullah Söylemez
26 Sibat 2025•Rojanekirin: 27 Sibat 2025
Li Erzirom, Erdexan û Agiriyê bi tesîra sir û seqemê rûyê çeman qerimî, baniyên avahiyan şembelûk girtin.
Li bajarê ku germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da daket 13 pileyan, camên wesayîtan cemed girt û baniyên avahiyan şembelûk girtin.
Hin welatiyan jî ji ber sir û seqemê wesayîtên xwe bi cilikan nixûmandin.
Xebata ekîbên berfê li ser kuçe û kolanan berdewam e.
- Erdexan
Li Erdexanê tesîra berf û sermayê berdewam e.
Li bajêr li ser rê û peyarêyan cemed çêbû û baniyên avahiyan şembelûk girtin. Her wiha rûyê Çemê Kûrayê qerimî.
Li navçeya Goleyê jî serma tesîra xwe didomîne.
Li navçeyê kesên serê sibehê ji malên xwe derketin, bi zehmetî meşiyan û her wiha camên hin avahiyan jî cemed girt.
- Agirî
Li Agiriyê jî sir û seqem berdewam e.
Li bajêr germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da 14 pile hat pîvan. Her wiha li Çemê Muradê yê keviya wê qerimiye, kutleyên cemedê bi ser avê ketin.
Welatiyan jî ji ber sir û seqemê wesayîtên xwe bi cilikan nixûmandin.