Yunus Hocaoğlu,Günay Nuh,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
24 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2022
Li Erzirom, Qers û Erdexanê berf dibare, sir û serma heye.
Li Erdexanê germahiya hewayê di binê sifirê da 7 pile hat pîvan, qeşa çêbû. Li navenda bajêr demekî berf barî, li cihên bilind mij û dûman çêbû.
- Erzirom
Li Erziromê jî bi şev germahiya hewayê di binê sifirê da 9 pile hat pîvan, ji ber sermayê qeşa çêbû.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê qalindahiya berfê gihîşt 20 santêmêtroyan, li Navenda Xweşiqitandinê ya Konakliyê jî qalindahiya berfê wek 8 santêmêtro hat pîvan.


- Qers
Li Qersê jî ji ber sir û seqemê li ser dar û beran qiravî çêbû.
Li navçeya Sariqamîşê bi şev germahiya hewayê di binê sifirê da 10 pile hat pîvan, dar û berên daristana sariçamê qiravî girtin.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê qalindahiya berfê wek 12 santêmêtro hat pîvan.