Ömer Tarsuslu
30 Nîsan 2024•Rojanekirin: 07 Gulan 2024
Li bajarê Qersê pirşî ku hewa germ bû, cotkaran li zeviyên xwe dest bi reşandina ket û korînganê kirin.
Cotkarên ku heywanên xwe zivistanê di tewleyan da xwedî dikirin, piştî ku berf heliya û hewa germ bû ew derxistin mêrgan.
Cotkaran erdên xwe bi motoran cot kirin ku tov bireşînin.
Cotkar li Deşta Qersê dexl û pincarê jî direşînin û bi wan debara xwe dikin.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Enver Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li bajêr çandinî û heywandarî berbelav e.
Aydin diyar kir ku li bajêr nêzî 32 hezar cotkar bi vî karî ra mijûl dibin û wiha got: "Ji ber ku herêma me ya heywandariyê ye, piraniya cotkarên me bi reşandina ket û korînganê ra mijûl dibin, demsala çandiniyê dest pê kir."
Ertan Ercanê li gundê Çaybaşiyê ya li ser navçeya Selîmê dijî ji got ew ceh, genim, gulebaxan û pincarê direşîne.
Ercan anî ziman ku ew niha pir dixebitin û wiha axivî: "15-20 roj şûn da dema ew bigihêjin, em ê çape, gubre, dermankirin û avdanê bikin."