İlhami Erkılıç,Günay Nuh
06 Sibat 2024•Rojanekirin: 08 Sibat 2024
Li Erziroma ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 3 pile hat pîvan, li navenda bajêr û li cihên bilind bi şev bi navber berf barî.
Hin wesayît û her wiha parq û baxçe bi berfê nixumîn.
Li bajêr ji ber sir û seqemê rê û peyarê qerimîn.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf dibare.
Berfa ku nîvê şevê dest pê kir, navenda bajêr spîçîl kir.
Li bajêr barîna berfê berdewam e.