17 Mijdar 2015•Rojanekirin: 18 Mijdar 2015
PARÎS
Li bajarê Cambraiya bakurê Fransayê nijadperestekî ji wesayîteke alaya Fransayê li ser hebû peya bû û gule berî welatiyekî Tirkiyeyê da û ew birîndar kir.
Dozgeriya Cambraiyê daxuyanî da û diyar kir welatiyekî Tirkiyeyê ku emrê wî nêzî 30 salî ye dema li ber dikaneke kebabxaneyê bû rastî êrîşê hat û birîndar bû. Êrîşkar paşê jî gule berî xwe da û xwe kuşt.
Hat ragihandin ku rewşa welatiyê Tirkiyeyê pir xedar nîne û di nav 10 rojî de wê bê emeliyetkirin.
Du kesên ku di wesayîta êrîşkar de bûn jî hatin binçavkirin û Dozgerê Cambraiyê Remî Schwartz diyar kir ku gumanbarên ku emrê wan 19 û 26 bûn îtiraf kirin ku qurbanên xwe li gor rengê çermê wan eletexmîn hildibijartin.