06 Gulan 2016•Rojanekirin: 07 Gulan 2016
GAZÎANTEP
Li Gazîentabê agir bi avahiyekê ket û di encamê da 7 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan li taxa Taşlicayê ya Şehîtkamîla navçeya navendê ya Gazîentabê di mala Naciye û Mehmet Emîn Bakir a yekqatî da ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn şewat derket.
Hat destnîşankirin ku li ser îxbarê tîmên Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Mezin a Gazîentabê çûn ciyê bûyerê û agir temirandin.
Piştî ku agir temirandin di malê da lêkolîn hat kirin û li gor agahiyan cinazeyê Mehmet Emîn Bakir û 6 zarokên wî yên ku navê wan hê nayê zanîn, hatin dîtin.
Hat diyarkirin ku ji bo otopsiyê cinazeyan rakirin Saziya Tipa Edlî.
Li gor agahiyan Naciye Bakira ku xeriqandî hat dîtin jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê Dr. Ersîn Arslan.