Mesut Varol
16 Adar 2022•Rojanekirin: 16 Adar 2022
Li Wanê ji ber şertên neyînî yên hewayê li 3 navçeyan dibistan ji bo sibê hatin tetîlkirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, li bajêr barîna berfê bi bandor e.
Ji ber barîna zêde ya berfê li navçeyên Îpekyolu, Tuşba û Edremîtê li demûdezgehên perwerdeyê yên pile destpêk û navînî perwerde ji bo 16ê Adarê roja Çarşemê hat rawestandin.
Ji xeynî van ji bo personelê qamûyê yê astengdar û hemle jî îzna îdarî hat dayîn.
Li Îdirê ji ber barîna berfê û bagerê dibistanên hin gundan îro hatin tetîlkirin
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî, ji ber şertên neyînî yên hewayê gundên navçeya Tuzlucayê Abbasgol, Alikose, Civanliya Jêr, Doganyurt, Gedikli, Gulahmet, Gulluce, Kamişli, Karabulak, Kelekli, Kizilkule, Kula, Sogutlu û Katirliya Jor dibistan îro hatin tetîlkirin.
Her wiha li gundên navçeyê yên Gaziler, Karacaoren, Osmankoy, Saribulak û Civanliya Jor jî perwerdeya bi çûn û hatinê ji bo îro hat rawestandin.
Li Agiriyê ji ber berfa ku zêde dibare dibistanên gundan rojekê hatin tetîlkirin
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku li herêmê berfeke zêde dibare.
Hat gotin ji ber vê dibistanên gundên navçeyan û yên li navendê wê rojekê bên tetîlkirin, dibistanên ku xwendekarên wan ji cihên dûr tên jî wê perwerdeyê nedin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin xebatkarên astengdar û yên ducanî yên di saziyên kamûyê da dixebitin jî wê neçin kar.