Haydar Şahin
29 Gulan 2019•Rojanekirin: 30 Gulan 2019
Komek dildarên li Hekariyê di çarçoveya kampanyaya ku li ser medyaya civakî meşandin da pêlîstok kom kirin û li gundan digerin û pêlîstokan li zarokan belav dikin.
Ciwanên dildar ên li bajêr dijîn di pêşîkêşiya Emîn Noyan da kom bûn, ji bo li zarokên gundan pêlîstokan belav bikin li ser medyaya civakî bi diruşmeya "pêlîstokekê jî tu bistîne" kampanya meşandin.

Ciwanên dildar di çarçoveya kampanyayê da pêlîstok kom kirin û wan bi bîskîlet û wesayîtan li zarokên gundan belav dikin û bi wan ra şa dibin.
- "Hezkirin hemû deriyan vedike"
Noyan daxuyanî da û diyar kir ku bi taybetî ji bo pêlîstokan li zarokên gundan belav bikin li ser medyaya civakî kampanya meşandin.

Noyan destnîşan kir ku pêlîstokên xêrxwazan şandine bi koma dildar ra li gundan belav dikin û wiha axivî: "Bi piştgiriya hevalên xwe me proje da destpêkirin. Nika pêvajo hê dewam dike. Ez hewl didim ku bi van zarokan ra têkiliyê daynim û zarokan şa bikim û bibim şirîkê şahiya wan."
Noyan axaftina xwe wiha domand:"Zarokeke were hezkirin nerind nabe, zaroka bi hezkirin mezin bibe tu carê zirarê nade civakê. Hezkirin hemû deriyan vedike, hewcedariya wan zarokan bi şahî û kêfxweşiyê heye. Em ji welatiyan dixwazin ku bira pêlîstokên li malên xwe yên pê nalîzên ji me ra bişînin."