Önder Beyter
29 Gulan 2019•Rojanekirin: 30 Gulan 2019
Li Batmanê bi piştgiriya xêrxwazan va bi destê Weqfa Alîkariya Mirovî ÎHHyê va ji bo zarokên êtîm ên li bajêr eydanî hatin diyarîkirin.
Di vê çarçoveyê da zarokên êtîm dawetî navendeke danûsitandinê kirin ku bên û ji xwe ra kinc û solan biecibînin û bibin.
Serokê Şaxa Batmanê ya Weqfa Alîkariya Mirovî ÎHHyê Latîf Kaya di daxuyaniya xwe da diyar kir ku zarokên êtîm emanetê Hezretî Mihemed in û wan di meha remezanê da bi tevahî alîkariya kincan da 800 êtîmî.
Kaya wiha xeberda, "Xwedê ji xêrxwazan razî be. Înşelah zarok dê şad û aram eyda xwe bikin."
Zarokên ku alîkarî wergirtin jî sipasiyên xwe anîn ziman.