Önder Beyter
09 Sibat 2021•Rojanekirin: 10 Sibat 2021
Li Perteka navçeya Tunceliyê, hespên ku li çil û çiyayan serberedayî dijîn, bala wênegiran dikişînin.
Navçeya Pertekê ku bi bedewiyên xwe yên xwezayî, dîrokî û çandî tê naskirin, her demsal ji navçe û parêzgehên cîran turîstan diezimîne.
Li navçeyê hespên ku li çiyayan û li devî û daristanan serberedayî dijîn, xemleke cuda didin xwezayê.
Hespên ku carinan birçî dimînin, hetanî nêzîkî gundan berjêr dibin û giha û kaya ku heywandar datînin ser berfê dixwin. Li gundê Akdemirê yê navçeyê dîmenên ku di vê kêliyê da derdikevin, bala kesên ku ji wênegiriyê hez dikin dikişîne.
Wênegir Melik Kaya ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew heyran û hejmetkarê têkoşîna jiyanê ya hespên serberedayî ye.
Kaya diyar kir ku navçeya Pertekê her demsal xweş e û wiha dewam kir, "Herêma me ji hêla dîrok, jiyana ajalên kovî û dewlemendiyên xwe yên çandî va zehf girîng e. Li bajêr van axiriyan hejmara hespên serberedayî jî zêde bûye. Nexasim li navçeyên Pergek û Çemîşgezekê hespên bi vî rengî pir in. Em jî carinan di demên diyarkirî da dertên tên û wêneyên wan dikişînin."