Haydar Şahin
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
MUŞ
Li Koprucuka gundê Vartoyê ya ku ji 80 xaneyî pêk tê zivistanê 44 kes dijîn.
Yoldaş Çelîkê mixtarê gundê ku 30 kîlometreyî dûrî navendê ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku zivistanê piraniya ciwanên gund li gund namînin diçin cem eqrebeyên xwe yên li bajaran û li dervayê welêt.
Çelîk got ji ber vê jî serjimara gund ji 250yî dadikeve 44an û wiha pê da çû: "Kal û pîr jî ji bo ku heywanên wan zivistanê bêxweyî nemînin gund terk nakin. Ji bo ku diz heywanên wan nedizin li gund notirvaniyê dikin."
Alî Bulutê 80 salî yê bavê 5 zarokan ê ku bi jina xwe ra li gund dijî destnîşan kir ku havînê serjimara gund zêde dibe.
Bulut got zivistanê di nav kesên ku li gund dimînin da merivê herî ciwan 65 salî ye û wiha axivî: "Havînê gelek kes koçî gundê me dikin û zivistanê jî ji gund koç dikin. Zivistanê deriyê gelek xaniyên gund dadayî ne. Li hin malan jî ji bo xwedîkirina heywanan 2 kes dimînin."
Ruskat Akkoyunê bi jina xwe ra li gund dijî jî got ku kal û pîrên zivistanê li gund dimînin ji xwe re rûdinên û ji hev ra qala serpêhatiyên xwe dikin, havînê jî eqrebe û ciwanên wan tên û gund şên dibe.