Li Vartoya navçeya Mûşê, îro bi rakirina qedexeya derketina derve re, planên mezin ên terorê yên ku dê pêkbianîna derketin holê.
Li Vartoya navçeya Mûşê duh ji ber êrîşên terorî û şer, derketina derve hatibû qedexekirin.
Endamên PKKya rêxistina terorê, makîneyên kar ên Îdareya Taybet ên Bajêr desteser kirin û li 15 cihên cuda yên taxên herêmê hendek vedabûn û di hendekan de teqemenî bi cih kiribûn. Herwiha welatiyên ku ji gundan bi darêzorê anîn jî wekî êrîşkarê xwekujiyê amade kirin û di bûyeran de bi kar anîn. Hat destnîşan kirin ku endamên rêxistina terorê PKKê ji herêma Kûlanê derbasî navçeyê bûn û êrîş li dar xistin.
Şerê di navbera terorîst û hêzên ewlehiyê de yê ku duh dest pê kir û heta êvarê berdewam kir de, 6 terorîst hatin kuştin, terorîstek sax hat qefaltin. Hat tespîtkirin ku endamên rêxistinê yên ku ji herêmê reviyan jî bi xwe re cinazê du terorîstan birin.
Hêzên ewlehiyê piştî têkbirina teroran, li herêmê ji bo sergirtina hendekan xebat dan destpêkirin. Li herêmê teqemeniyên ku bi tupên piçûk ve hatibûn girêdan tespît kir û ew teqandin.
Li herêmê ji ber şer û pevçûnan, di gelek avahî û karxaneyan de xisar çêbû. Herwiha bi rakirina qedexeya derketina derve re jî li herêmê jiyana rojane dest pê kir. Esnafan camên karxaneyên xwe yên ku di şer de şikiyan temîr kir.
Li herêmê bi berfirehî tewdîrên ewlehiyê hatin hildan û operasyon berdewam dikin.