Abdullah Söylemez
02 Adar 2025•Rojanekirin: 04 Adar 2025
Li Taşliçaya navçeya Agiriyê, di rêyên gundên raqimbilind da yên ku ji ber bagerê tên girtin, xebata dijwar a ekîbên berfê berdewam e.
Li başûrê navçeyê, rêya gund û mezrayên li qontara Eledaxa 3 hezar raqimî ji ber berf û bagerê hatin girtin.
Ekîbên Rêveberiya Taybet a Navçeyê, di rêya gundê çiyayî Gundogduyê da bi dozer û makîneyên kar va li dijî berfa bi metreyan bilind têkoşiyan û rê vekir.
Ekîban rêya mezrayên din ên li herêmê jî vekirin û her wiha niha jî di rêya gundê Yeltepeyê yê 30 kîlometreyî dûrî navçeyê da xebatên xwe didomînin.