Hüseyin Demirci
02 Adar 2025•Rojanekirin: 11 Adar 2025
Nanê tendûrê ku di nava tehmên jêneger ên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê da cih digire, bi hatina meha remezanê ra di tendûrên tên dadan da seba sifreyên remezanê bi zibare tê pehtin.
Li gundê Yagbasanê yê li ser Sariqamîşa navçeya Qersê çendîn esr in ku tendûr tên dadan û nan tê da tê pehtin. Kevneşopa di tendûran da pehtina nan seba meha remezanê dest pê kir.
Jinên gund gihîştin hev û şeveqa sibehê tendûr dadan ku tê da kade û nan bipêjin.
Jin rojek pêş da dest bi amadehiyên karê tendûrê dikin, êvarê nanê xwe eleg dikin û şeveqa sibê jî hevîr dikin. Heta ku hevîrê wan hiltê, bi sergînan tendûra xwe dadidin û kopê tendûra xwe sor dikin.
Dema ku hevîrê wan hiltê û tendûra wan dibuhure, hevîrê xwe dixin girik û kirdanek dikin, paşê li kopê tendûra xwe dixin. Di nava 30 çirkan da hevîr dipipişe û dibe nan. Jinên dadana tendûrê hê didomînin, hem nanê xwe dipêjin hem jî nahêlin ku ev kevneşop were jibîrkirin.
Ji jinên ku nan pehtin Aynur Ozturkê ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew kevneşopa di tendûrê da bi zibare pehtina nan didomînin.
Ozturkê diyar kir, tendûrên çendîn esran ji bo remezanê hatin dadan û wiha dewam kir: "Amadehiyên me yên ji bo remezanê dest pê kirin, em û cînarên xwe li dora tendûrê civiyan ku nan bipêjin. Ev nanê ku em dipêjin heta dawiya remezanê têra me dike. Ev kevneşop ji pîrikên me û dayikên me ji me ra maye û em jî didomînin."