Türkan Tosun
17 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2021
Li gundên Mûşê yên ku rêyên wan bi berfê va hatine girtin gundî heywanên xwe bizehmetî xwedî dikin.
Ji ber berf û bagerê herî zêde kesên heywanên wan hene zehmetiyê dikşînin.
Gundî li ser berfê ka û gîha didin heywanên xwe û nahêlin ew birçî bimînin.
- "Em debara xwe bi heywanan dikin, ji ber wê em mecbur in wan xwedî bikin"
Yusuf Omurê li gundê Yukariyongaliyê dijî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand zivistanê ji bo ku ew heywanên xwe xwedî bikin gelekî hewl didin.
Omur got heta meha adarê ew di nav şert û mercên zehmet da heywanên xwe bi ka û gîha va xwedî dikin û wiha dewam kir: "Em ji ber berf û bagerê zehmetiyê dikşînin. Em sibê û nîvro zikê wan têr dikin. Em gîha heta ber derê dewleyê li ser pişta xwe tînin. Li vir zivistan dirêj e. Em debara xwe bi heywanan dikin, ji ber wê em mecbur in wan xwedî bikin."
- "Berf xwedîkirina heywanan zehmettir dike"
Eyüp Omur jî got 3 roj berê nîv mêtro berf barî û wiha axivî: "Berf xwedîkirina heywanan zehmettir dike, lê em hîn bûne. Êdî ji bo me ne zehmet e. Salên berê mêtro û nîvek berf hebû. Îsal dereng barî."