İbrahim Atmaca
17 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2021
Ji bo Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê hişyariya berf û şepeyê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be û berf wê bibare.
Li gor texmînê li herêmê germa hewayê wê kêm bibe.
Li navendên bajêran germa hewayê ya herî zêde li Wan û Hekariyê 5, li Mûşê 3 pile, li Bidlîsê pileyek tê payîn.
Ji ber ku li Bidlîs, Mûş, Hekarî û başûrê Wanê berf tê payîn, di çûyîn û hatinê da dibe ku tengasî çêbibe, mesafeya pêşdîtinê kêm bibe, qeşa û cemed çêbibe û li pal û berpalan şepe rabe. Seba van yekan hişyarî hat dayîn û divê rayedar û welatî baldar bin û tevdîra xwe hildin.