Ulaş Güven
09 Sibat 2025•Rojanekirin: 11 Sibat 2025
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê Şîlan Çakara 50 salî ku par mêrê wê rehmet kir li mezrayê bi tena serê xwe dimîne.
Malbata Çakar ku li mezraya Çakmak ya li ser gundê Beşatli niştecih in, 10 sal berê piştî ku cîranê wan mala xwe bar kir, tenê man.
Şîlan Çakara ku par mêrê wê rehmet kir li mezrayê tena serê xwe ma.
Çakara ku dewlet alîkariyê didê, li mezrayê tena serê xwe dijî, wextê ku rê ji ber berfê tên girtin nikare ji malê derbikeve.
Gundiyên ku duh ji ber berfê nikaribûn xwe bigihînin Çakarê agahî dan ekîbên Şeftîya Şantiyeyê ya Yuksekovayê da ku rê vebikin.
Ekîbên ku hatin herêmê rê vekirin û xwe gihandin Çakarê. Çakarê got ku piştî ku mêrê wê wefat kiriye tenê maye û wiha axivî:
"Ji ber tirsa guran carina newêrim derbikevim derva, nikarim herim nexweşxaneyê. Nikarim pêdivên xwe bi cih bînim. Ji ber ku zivistanê rê tên girtin kes naçe nayê. Zexîra ku min çend meh berê kirîbû dixwum. Ez ji dewletê alîkariyê dixwazim."