Hikmet Temeş
06 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2025
Li Hekariyê komeke siruşthezan bi hilkişîneke bi zehmet va çûn dîtina Şikefta Simbilê.
Di çalakiya ji hêla Kuluba Çiyagerî û Werzişên Siruştî ya Gol û Cemedên Cîlo Satê (CÎSAD) hat lidarxistin da 13 siruşthez li tanga Depînê hatin cem hev.
Bi rêberiya Nacî Ertunçê Nûnerê Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê yê Parêzgehê, siruşthez hilkişiyan berpala Çiyayê Simbilê yê raqim 3 hezar û 487 û ji wir jî bi cobanê xwe berdan şikeftê û di şikeftê da geriyan û her wiha wêne kişandin.
Ertunç bal kişand ku bi çalakiyên xwe va ew hewl didin bedewiyên bajêr bidin nasandin.
Beşdarên çalakiyê Melike Akdogan û Mazlum Tekçe jî bal kişandin ku ew her ku firsendê dibînin, beşdariya çalakiyan dikin û niha jî ew kêfxweş in ku wan ev şikeft dît.