Li Çukurcayê Zozanê Xanê "Mihrîcana Ehmedê Xanî" hat lidarxistin û dîmenên rengîn çêbûn. Zozanê Xanê ji ber ewlehiyê salên dûr û dirêj qedexe bû û kes nikaribû biçûya wê derê. Piştî pêvajoya çareseriyê qedexeya li ser wê derê hat rakirin.
Zozanê Xanê 30 kîlomêtre dûrî navçeyê ye û piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pêvajoya çareseriyê da destpêkirin, ew der jî ji bo tûrîzmê vebû.
Teşkîlata Navçeyê ya HDPê "Mîhrîcana Ehmedê Xanî" li dar xist û welatî beşdarî mîhrîcanê bûn û li wê derê kon vedan û seyran kirin.
Çalakiyên mîhrîcanê heta dereng dewam kirin û welatiyan bi kurdî û tirkî stran gotin û govend gerandin. Welatiyan şeva xwe di konan de derbas kirin. Piştî ku fîşengên hewayî avêtin, çalakî kuta bûn.
Parlementerê Hekkariyê yê HDPê Abdullah Zeydan, Şaredara Hekkariyê Dîlek Hatîpoglu, Şaredarê Çelê Servet Tunç û gelek welatî beşdarî mîhrîcanê bûn.