Kesên ku li gundên Qersê yên li ser sînorê Ermenistanê dijîn, ji ber ku dema bi têlefonê xeber didin, terîfeya têlefonan dikeve ber terîfeya derveyî welêt û ji ber vê jî fatûre zêde tên.
Welatiyên ku li gundên wek Kuçuk Akuzum, Kalkankale, Kuçuk Pîrvelî, Çetîndurak, Buyuk Akuzum, Kayakoprî û Aslanhana Akyakaya navçeya Qersê dijîn, ji ber ku binesaziya îstasyonên bazê yên şirketên GSMyê têrê nakin, li ser terîfeya derveyî welêt bi têlefonê xeber didin.
Ji ber ku têlefonên gundiyan dikevin ber operatorên GSMyê yên li aliyê Ermenistanê mehê nêzî 400 lîre fatûre tê.
Mixtarê Kuçuk Akuzumê Teoman Gelekçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ev demeke dirêj e rewş wiha ye. Me agahî da meqamên eleqedar, lê heta niha tiştek derneketiye."
Gelekçî destnîşan kir ku heger îstasyona bazê çêbe pirsgirêk namîne û wiha got: "Ermenistan li hemberî me ye. Fatureyên me zêde tên. Ma qey dewlet nikare îstasyona bazê çêke."
Mixtarê Aslanhanê Celal Kiliç jî destnîşan kir ku di têlefonên me da operatorên Ermenistanê xuya dikin û got divê dewlet pirsgirêka me çareser bike.
Mixtarê Buyuk Pîrveliyê Tahir Akçay diyar kir ku ji ber wezîfeyê ez her gav bi têlefonê xeber didim û wiha dewam kir: "Ji ber şebekeyê pirsgirêk derdikeve. Ji ber xeta Ermenistanê em di tengasiyê da ne. Fatûreyên me zêde tên. Em 300-500 lîre fatûreyê didin."