Yunus Hocaoğlu
28 Îlon 2021•Rojanekirin: 28 Îlon 2021
Tê texmînkirin li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahî dê 1 an jî 3 pile di bin asta demsalê da be.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin li herêmê hewa dê perçe û kêm ewrayî be.
Tê texmînkirin, li herêma ku germahî dê 1 an jî 3 pile di bin asta demsalê da be, ba jî dê ji bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Tunceliyê 28, li Îdirê 26, li Erzinganê 24, li Agiriyê 23, li Erziromê 20, li Qersê 19 û her wiha li Erdexanê jî 16 pile be.