Cüneyt Çelik,Günay Nuh,İlhami Erkılıç,Sidar Can Eren
04 Adar 2023•Rojanekirin: 05 Adar 2023
Li herêma Rojhilatê ku sir û serma didome û li ciyên bilind berf barî.
Li herêmê hewaya herî sar bi şev li Qers, Agirî û Erziromê sifir û li Erdexanê pileyek, li Îdirê 3 û li Erzincanê 4 pile hat pîvandin.
Li Erziromê li ciyên bilind berf barî û li nava bajêr cemed çêbû. Li bajêr ji ber toz û xubarê jî wesaît lewitîn.
Li Erdexanê jî li ciyên bilind berf barî.
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê ji ber serma û seqemê dar û ber bi qiraviyê çîlsipî bûn.